Serok Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Bexda-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî li Bexdayê civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê îro Pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî û Mihemed Helbûsî Serokê Partiya Teqedum civiyan.
Di hevdîtinê de ji bilî behskirina rewşa siyasiya Iraqê û hevkêşeyan, babeta diyarkirina Serokê Encûmena Nûneran û her wiha bi cîhkirin û pêdagirbûna aliyan bi rêkeftina hevpeymaniya îdareya dewletê guftûgo kirin.




