Serkirdeyên Sunne: Hebûna Serok Barzanî li Bexdayê pişt û pena ye ji bo Sunneyan

Bexda-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel serkirde û aliyên Sunneyan civiya û di wê hevdîtinê de serkirdeyên Sunneyan gotin ku hebûna Serok Barzanî li Bexdayê pişt û pena ye ji bo pêkhateya Sunne û pêkhateyên dinî Iraqê û hêz dide proseya siyasî.
Li dirêjahiya serdana xwe ya bajarê Bexdayê roja pênçşema 04.07.2024 Serok Mesûd Barzanî li gel serkirde û aliyên siyasiyên Sûnneyan li mala Şêx Xemîs Xencer li bajarê Bexdayê civiyan.
Di vê civînê de serkirde û aliyên Sunneyan rûmetên xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexda hebû û bi serdanekî dîrokî û girîng da zanîn ku encam û bandora wê erênî li ser hemû proseya siyasî bi cîh dihêle. Her wiha behsa daxwaziyan û kêşe û giriftên pêkhateya Sûnne û kêşeya diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kirin.
Her li vê civînê de aliyên siyasiyên Sûnneyan daxwazê ji Serok Barzanî kirin yarmetîderê proseya siyasiya Iraqê bê bo ku hemû pêkhat ji bo kêşe û daxwaziyên wan bigihin çareseriyê û tekez li wê yekê kirin ku hebûna Serok Barzanî li Bexda pişt û pena ye ji bo pêkhateya Sunne û pêkhateyên dinî Iraqê û hêz dide proseya siyasî.
Her di vê civînê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi civîna li gel aliyên Sunneyan nîşan da û hêvî jî xwest ku ev hevdîtin bibe destpêkek ji bo jihevdû êgihiştin û hemahengiya zêdetirê di navbera aliyan de.
Di beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina ji bo sedemên serdana Bexdayê û civîna li gel aliyan li nav Çarçoveya Hemahengiyê, ragihand ku rewşeke erênî di proseya siyasî ya Iraqê de hatiye holê ku li ser bingeha destûr û li gor rêkeftinan li ser astengî û netebayî û kêşeyan de zal bibîn.
Di derbarê bi hebûna hêzên Hevpeymanan Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew mijar xwedî rehenda niştimanî ye û pêwîst e biryara desteyek giştî û niştimanî di vî derbarî de hebe ku xizmeta berjewendî û aramiya Iraq û navçeyê bike.
Di derbarê pirsa diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku berjewendiya giştî û paşerojê û çarenivîs li ser rûyê destkeft û berjewendiya takekesî û hizbiye û daxwaz kir ku aliyên Sûnneyan yarmetîderê hevdû bin û ew pirs bi zûtirîn dem bê çareser kirin.




