Brîtanya piştevaniya serdana Serok Barzanî bo Bexdayê dike

Bexda-KDP.info- Li bajarê Bexdayê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal ragihand.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal ya salên derbasbûyî û sedemên serdana xwe ya Bexdayê û civîna li gel aliyên siyasiyan şîrove kir.
Di beşekî dinî vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal ragihand û ewe jî behs kir ku Brîtanya li hemû rewşek da bi girîngiyê ve temaşa Iraq û Herêma Kurdistanê dike bi taybetî di derbarê babetên aborî û gefa terorê û diyardeya koçkirinê.
Bicîhkirina rêkeftina Şingalê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê û mijara mayina hêzên Hevpeymanan û peywendiyên dualî çend mijarên dinê vê civînê bûn.




