26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Rusya li ser rewşa navçeyê axivîn

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Elbrus Kutraşîv Balyozê Rusya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexda û rewşa siyasî ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî sedem û palnerên serdana xwe ya Bexdayê û hevdîtina li gel aliyên siyasê yên Iraqê û hebûna niyeta çareserkirina kêşeyan ji bo şanda mêhvan nîşan da.

Her di vê civînê de Balyozê Rusya li Iraqê ragihand welatê wî hez ji aramiya Iraqê û baştirbûna peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal dike.

Di beşekî dinî vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser guhertin û pêşketinên li navçeyê û ew gefên aramiya navçeyê dikin armanc.

Nûçeyên têkildar