Serok Barzanî: Gotûbêjên me avaker bûn, hem li ser asta navxwe û hem li ser asta navçeyê..Nerîneke hevbeş hebû

Bexda-KDP.info- Di çarçoveya serdana Serok Barzanî ya Bexdayê, îro çarşem 03.07.2024 Serok Mesûd Barzanî û Mihemed Şiya Sudanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiyan.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal hate guftûgo kirin. Her li vê hevdîtinê de tekez li ser derbasbûna kêşeyan û pêdagirbûna bi destûr û parastina aramî û asayîş û serweriya Iraqê û hemahengî û diyaloga di navbera aliyan kirin.
Di dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê daxûyaniyek ji bo dezgehên ragihandinê dan ku naveroka wê bi vî awayî bû:
Serokwezîr Sudanî wiha got:
Serok Barzanî rolekî mezin di proseya siyasî ya Iraqê de heye û me danustandinekî avaker encamdaye di derbarê wan hemû dosyeyên ku peywistin bi rewşa navxweyî, her wiha navçeyê bi giştî. Bi piştrastiyê ve eve hengavekî mezine ji bo binyatnana baweriya li navbera Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê de ji bo zalbûna li ser hemû kêşe û asteng û giriftên hêlawestî yên berê û li ser bingeha yasa û destûrê em ber bi vekirina derfeta geşepêdana asoyekî rûn ya ji bo paşerojê bi awayek ku dibê cihê xêr û xweşiyê ji bo hemû gelê me yê li her cîhek bin. rewşa herêmî bi giştî û guhertinên dawî yên navçeyê beşekî din bûn ku li vê hevdîtinê de ku pêwîstiyekî niha ye li vê qonaxa dijwar ku navçe têda derbas dibe û me tekez li ser asayîşa aramî û serweriya Iraqê û dûrketina Iraqê ji wan gengeşeyên navçeyê ji bo parastina wan prensîpên hevbeşên beranber wan hemû dosyeyên rewa yên ku her du alî li ser hevra bûn û bi xêrhatinekî germ li birayê min ê birêz Kek Mesûd Barzanî dikîn û gelek bi xêrhatin.
Serok Barzanî jî wiha got:
Gelek spas, bi navê xwedayê mezin û dilovan. Ez gelek xweşhalim bi hevdîtina birayê birêz Serok Wezîrê Iraqê, armanca serdana me ji bo Bexdayê ji bo bilind ragirtina wan hengavane ku berê hatine avêtin bi serpereştiya birêz Serok Wezîr ku bûye sedema pêşketinekî rasteqîne li navbera Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê û li vir pêwîste spas û destxweşiyê li birayê Mihemed Şiya Sudanî Serokwezîrê Iraqê bikim, her wiha spasî rol û keda Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê her wiha hemû berpirsên herdu Hikumeta Federalî û Hikumeta Herêma Kurdistanê bikim ji bo hewlên wan. Her wekî birayê min ê birêz Serokwezîrê Iraqê jî balkişand ser guftûgoya me avaker bû, hem li asta navxweyî hem li asta herêmî û nerîneke hevbeş hebû, bi piştevaniya xwedê berdewam dibîn li hemahengî û hevkariyê û we piştrast dikîn heta ew dema niyetpakî hebê hîç kêşeyek nabê berbest ji bo çareserkirinê. Spas ji bo xwedê ew niyeta pak heye û birayê min ê Serokwezîr Sudanî welat bi vê niyeta pak birêvedibe û li dirêjahiya wê niyeta pak gihîştîne vê qonaxa dilxweşker û hêvîdarîn encamên wê li berjewendiya hemû Iraqiyan bê, dûbare spasî wê pêşwaziya we ya germ dikim û gelek dilxweşim bi hevdîtina we.
Hêjayî gotinêye piştî vê hevdîtinê firavînek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Serok Wezîrê Iraqa Federal ve hate saz kirin û hejmareke zêdeyê serkirdeyên siyasiyên Iraqê beşdarî vê firavînê bûn.




