25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî: Hatina Serok Barzanî bo Bexdayê giring û dîrokî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayiq Zêdan re civiya û derbarê çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr û yasayan gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşema 03.07.2024an piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed û Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re, bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayîq Zîdan re civiya.

Di hevdîtinê de, behsa pirsên navxweyî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin û tekezî li ser çareserkirina hemû kêşe û pirsgirêkan li ser bingeha destûr û yasa hate kirin.

Gotûbêjkirina hemû pirsên siyasî, aborî, yasayî û rewşa niha ya deverê bi giştî, beşeke din a civîna Serok Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî bû.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê got, hatina Serok Barzanî bo Bexdayê giring û dîrokî ye.

Nûçeyên têkildar