26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ez pêşwaziyê li ravekirina îro ya Dadgeha Bilind a Federal dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hejmara xwe a civakî Xê de peyamek belav kiriye û amaje bi ronîkinina îro a Dadgeha Bilind ya Iraqê dike û tekez dike ku pêşkeftina îro, bêtir me han dide ku em proseya Hejmara Min bileztir bikin û soza xwe bicîh bînin ku heta dawiya vê salê milyonek karmendên mûçe xwar bibin xwedî hejmara bankî. Herwaha piştratbûna zêdetir a bi pêywendiyên navbera Hewlêr û Bexda de dide û ji bo çareserkirina nakokiyên din rê xweş dike.

Naveroka peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

“Ez pêşwaziyê li şîrove û ravekirina îro ya Dadgeha Bilind a Federal ya di derbarê bankên Hikûmî û yên taybet di proseya bankîkirina mûçeyên Herêma Kurdistan Hejmara Min dikim.

Weke ku min hertim palpişt kiriye, divê hemwelatiyên Kurdistanê wek beşên din yên Iraqê mafê wan hebe ku bankaya xwe ya bijarde ji bo wergirtina mûçeyên xwe hilbijêrin, bi şertê ku ew bank ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê @CBIiraq ve bi destûr û pesendkirî bin. Ravekirina îro ew mafê bingehîn careke din piştrast dike.

Ez daxwazê ji mûçexwarên Herêma Kurdistanê dikin ku bi zûtirîn dem xwe tomar bikin.

Pêşkeftina îro bêtir me teşwîq dike ku em pêvajoya Hejmara Min bilez bikin û soza xwe bicîh bînin ku heta dawiya vê salê milyonek karmendên mûçexwaran bibin xwedan hejmarên bankî. Her wiha dê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê zêdetir ewle bike û rê li ber çareserkirina nakokiyên din veke.”

Nûçeyên têkildar