Yekîtiya Ewrupa ji ber hejmarên bi darvekirinê yên li Iraqê nîgerane

Berpirsê karûbarên derve a Yekîtiya Ewrupa Kesrîn Aşton di belavokekê de ragihand, ku ew gelek nîgardarin ji ber hejmarên bi darvekirinê yên ku li Iraqê pêkhatine.
Di belavokekê de berpirsê Yekîtiya Ewrupa Aşton diyar kir, ku di sala 2012`de li Iraqê 123 kes hatin bi darvekirin, lê ji destpêka vê salê ve li Iraqê tu bûyerên bi darvekirinê lidarneketine, û got: Ez gelek xemgînim ji ber biryara desthilatdariya Iraqê a ku biryar da ye ku ji nû ve sizya bi darvekirinê bikar bîne, di demekê de ku biryar daye dozên zîndaniyan dîsa berbiçav bibe. Yekîtiya Ewrupa her di wê baweriyê de ye, ku sizaya bidarvekirinê binpêkirinekî mafê mirovan e.
Kesrîn Aşton got: Em di Yekîtiya Ewrupayê de, di wê ferqê de ne ku kesê bi sizayê bidarvekirinê ve hatiya dadgehkirin tewanên gelek giran kirine, lê em ne di wê baweriyê de ku wê bi darvekirin pirsgirêka gunahbariyê çareser bibe.
Herwiha Aşton ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir, ku pêkanîna sizayên bi darvekirinê rawestinê û di vê derbarê hevpeymanên navnetewî a di derbarê mafên mirovan de ne mihûr bike




