Sûdanî: Serokê Barzanî di projeya siyasî ya Iraqê de xwedî roleke mezin û çalak e

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî derbarê serdana Serok Barzanî de rag
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniyekî hevbeş a ligel Serok Barzanî de got: ‘’Serok Barzanî xwedî roleke mezin û çalak e di proseya siyasî ya Iraqê de.”
Sûdanî got, hatina Serok Barzanî ji bo Bexdayê giringiyeke wê ya taybet heye û behsa rewşa navçeyê jî kir û di vê rewşa naha heyî de pêwîstî û teqezî li seqamgirî û serweriya Iraqê kir.
Ji aliyê din ve Serok Mesûd Barzanî jî ragihand: “Ez keyfxweşim bi hevdîtina li gel Serokwezîr û hatina xwe ya ji bo Bexdayê û ji bo hewldanên berê û naha yên ji bo baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, ku di wî alî de Sûdanî jî xwedî rol bûye di vekirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de. Ez spasiya wî dikim ji bo wan hewldanan û spasiya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî dikim.
Serok Barzanî diyar kir, di civînê de behsa rewşa navxweyî û herêmî hatiye kirin û nêrîn jî li hev nêzîk in.”
Serok Mesûd Barzanî herwiha ragihand, em geheştin wê yekê ku hevkarî û hemahengî ya derbarê pirsan de divê bê kirin ku derfetên baştir em bibînin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Serok Barzanî wiha jî got, Serokwezîr xwedî rola di vê rewşa naha derkeve holê û hêvîdar im ew rewş di berjewendiya xelkê Iraqê de be.




