Merkel lempeya kesk ji Herêma Kurdistanê re pêxist

Şêwirmendê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê Dr. Elî Belo tekez kir ku serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji Elmanya bo Tirkiyê û civîna ligel Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, nîşana razîbûna berpirsên Elmanya ye daku Herêma Kurdistanê rolekî baştir bibînê di warê petrol û gazê de bo Ewropa û Tirkiyê.
Li gor Basnews Elî Belo da zanîn ku beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Navdewletî ya Ewlekariya Enerjiyê û Karûbarên Derve de li Elmanya, hesabeke bo Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de û got: ‘’Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî karî di wê konferansê de şiyana Herêma Kurdistanê ya di warê enerjiyê de bo beşdarvanên konferansê vebibêje û dibe ev beşdarbûna han rê liber hatina şirketên Elmanî bo Herêma Kurdistanê veke."
Konferansa Navdewletî ya Ewlekariya Enerjiyê û Karûbarên Derve roja çerşemba borî 20-ê vê mehê birêve çû û tê de Nêçîrvan Barzanî ragehand ku Herêma Kurdistanê heta sala 2019-ê dikare rojane 3 milyon bermîl petrol berhem bîne, bişîne bazarên Tirkiye û Ewropa û got: ‘’Herwiha Herêma Kurdistanê dikare heta demeke dirêj gaza xwezayî bide Tirkiye û Ewropayê.’’
Piştî beşdarbûna konferansa Elmanyayê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yekser serdana Tirkiyê kir û ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya. Li gor ajansên nûçeyan, Barzanî daxwaz ji Erdogan kiriye ku Hewlêr û Enqere peymannameyeke stratejîk îmze bikin.




