Ano Cewher: Serok Barzanî hertim wek ronahiyekê ye bo bihevrejiyana pêkhateyên netewî û olî

Hewlêr-KDP.info- Ano Cewher Serokê Hevpeymaniya Xirîstiyanan ku mezintirîn hevpeymaniya siyasî ya Xirîstiyanan e li Herêma Kurdistanê û Iraqê û Wezîrê Veguhestinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku milîsên neyasayî ji deşta Neynewayê derxîne. Herwiha dibêje, Serok Barzanî hertim wek ronahiyekê ye bo bihevrejiyana pêkhateyên netewî û olî li Kurdistan û Iraqê.
Serokê Hevpeymaniya Xirîstiyanan Ano Cewher ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Me daxwaz ji hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Şîa Sûdanî kiriye ku milîsan ji Deşta Neynewayê vekişîne. Ji ber ku Xirîstiyan û pêkhateyên navçeyê hest bi aramiyê nakin.Herwiha me daxwaz kir ku li şûna wan milîsan hêzên yasayî wek artêş û Pêşmerge bicîh bibin.”
Herwiha got: “Helwestên Serok Barzanî li pêşwazîkirina patriark û xemxwarina wek bavan bo Xirîstiyanan û hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê bi giştî di hemû qonaxên dîrokî de bûye ronahiya ihevrejiyan û hezkirinê.”
Ano Cewher daxwaz ji hikûmet û dezgeha dadwerî ya Iraqê jî kir ku, xeletiyên ku ji aliyê saziya serokomariya Iraqê ve hatine kirin, rast bikin û ew xeletiya destûrî ya Dadgeha Federalî jî bi betalkirina pişka kursiyên Xirîstiyan û Tirkmenan di Parlamentoya Kurdistanê de rast bikin.”




