Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Austuryayê bilidkirina asta nûneratiya Austurya li Hewlêrê gotûbêj kirin

Austurya-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 02.07.2024ê li Viyanayê, ligel Alexander Schallenberg Wezîrê Derve yê Austuryayê civiya û di wê hevdîtinê de herdu aliyan bilidkirina asta nûneratiya Austuryayê li Herêma Kurfistanê gotûbêj kirin.
Di civînê de herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Austurya bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, bi taybetî di warê aborî û bazirganî de kirin. Herwesa behsa rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û rola Austurya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê nîşan da û pesnê peywendiyên dûr û dirêj yên Awusturyayê bi Herêma Kurdistanê ra kir û spasiya hevkarî û piştevaniya Austuryayê ya ji bo gelê Kurdistanê û mafên wî yên rewa di rojên dijwar de kir.
Wezîrê Derve yê Austuryayê, ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe li hember serdana Serok Nêçîrvan Barzanî û asta peywendiyên welatê xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser berdewamiya piştevaniya Austuryayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Bilidkirina asta nûneratiya Austuryayê li Herêma Kurfistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê, metirsiya DAIŞê û mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş di civînê da ku, birêzan Balyozê Iraqê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da tê de amade bûn, hatin gotûbêjkirin.




