Nêçîrvan Barzanî: Austurya dixwaze peywendiyên xwe yên aborî û siyasî bi Kurdistanê re bipêş bixe

Viyena-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li Viyenayê piştî civîna xwe ligek Serokê Austuryayê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, “Austurya dixwaze peywendiyên xwe yên aborî û siyasî bi Herêma Kurdistanê û Iraqê bipêş bixe. Me jî di hevdîtina bi Serokê Austuryayê re, daxwaza vekirina konsulxaneya wî welatî li Hewlêrê kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka serdana xwe bo Austuryayê de ragihand, wan li ser vexwendineke fermî serdana Austuryayê kir û bi Wezîrê Derve û Serokê Austuryayê re peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
Herwiha got: “Pêwendiyên me yên dêrîn bi Austuryayê re heye û Wezîrê Derve yê Austuryayê di serdana xwe ya dawî ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê de, em vexwendin serdana welatê wan bikin.”
Nêçîrvan Barzanî got: “ Austurya dixwaze peywendiyên xwe zêdetir pêş bixe û piştî vekirina balyozxaneya xwe li Bexdayê, me daxwaza vekirina konsulxaneya wan li Hewlêrê kiriye. Ji bo vê mebestê jî em ê di peywendî û şopandinê de berdewam bin û balyozê Iraqê li Austuryayê jî li ser wê yekê dixebite.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku dixwaze peywendiyên xwe yên aborî û siyasî bi Herêma Kurdistanê û Iraqê bipêş bixe.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: “Me spasiya pêşwaziya Serokê Austurya kir û hêvî xwest ku peywendiyên me zêdetir pêş bikevin.”
Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî de Nêçîrvan Barzanî got ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asteke baş de ne. Tevî ku hemû pirsgirêk nehatine çareserkirin jî, lê serdanên wan, yên serokwezîr û şandeyên din ên hikûmetê, di çarçoveya hewlên çareseriya bingehîn a pirsgirêkan de ne.
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Bexda li ser çareserkirina pirsgirêkan ciddî ye û Herêma Kurdistanê jî dê li ser rola xwe ya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan berdewam be, ku hinek ji wan pirsgirêkan dem jê re pêwîst e û di şevekê de nayin çareserkirin.”




