Nêçîrvan Barzanî û Serokê Austyuryayê: Pêwîst e civaka navdewletî alîkariya Êzidiyan bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Hofberg bi Serokê Austyuryayê re civiya. Herdu aliyan behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Austyuryayê de kirin û xwesteka xwe ya pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyan di hemû waran de nîşan dan.
Serokê Austyuryayê Alexander Van Der Bellen îro 2ê Tîrmehê li Koşka Hofbergê, pêşwazî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtina bi Serokê Austyuryayê re, guftûgo li ser hevkariyên hevbeş û pêwendiyên Austurya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Herdu aliyan dîroka peywendiyan û asta wan a niha de bilind nirxandin, û daxwaza xwe ya pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyan di hemû waran de dubare kirin.
Herwiha rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, pêkanîna sîstema federalî û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya berdewam a Austyuryayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, herwiha amadehiya Austuryayê û rola wê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Austyuryayê tekezî li ser berdewamiya piştevanî û hevsoziya welatê xwe bo gelê Kurdistanê û mafên wî kir.
Herwiha di civînê de rewşa pêkhateyan û mafên wan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de herdu alî li ser pêwîstiya alîkariya Êzidiyan ji aliyê civaka navdewletî ve hevnêrîn bûn, ku yek ji qurbaniyên herî mezin ên terorîstên DAIŞê ne.
Di civînê de ku Balyozê Iraqê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Austyuryayê jî amade bûn, ronahî hate xistin ser peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê, guhertina keşûhewayê û giringiya hevkariyên berfireh ji bo rûbirûbûna metirsiyan gotûbêj kirin.




