Pirtûka Serok Barzanî di pêşbirkeke navneteweyî de xelat bi dest anî

Hewlêr-KDP.info- Pirtûkeke Serok Mesûd Barzanî di pêşbirka navdewletî ya pirtûkan de xelat bidest anî. Ev cara yekê ye ku pirtûka rêberekî Kurd di pêşbikeya navdewletî ya pirtûkan de li ser asta cîhanê, wê xelatê bidest bîne.
Di pêşbirkeke Xelata Navdewletî a Pirtûkan de ku salane ji aliyê (American Book Feast) ve tê birêxistin û di hemû waran de xelat ji bo pirtûkên herî baş tê bexşandin, îsal di warê dîroka giştî de, pirtûka Serok Barzanî (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Şoreşa Gulanê) ku bi zimanê Îngilîzî jî hatiye weşandin û taybet bi bîranînên wî yên li ser bûyerên dîrokî ên çendîn salên borî ne, di wê pêşbirka Navneteweyî de xelata dûyem bi dest anî.
Xelatên Pirtûkan ên Navneteweyî, ev nêzî 15 sal in ku di hemû waran de xelatên pirtûkên herî baş ên salê dide. Ji sala 2010an vir ve, ev xelat ji bo çendîn pirtûkan di hemû warên de li seranserê cîhanê tê dayîn.
Bo îsal jî di warê dîrokî ya giştî de, pirtûka Serok Barzanî bi navnîşana (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd, Şoreşa Gulanê), ji aliyê nivîskarê kurd Davan Yehya Xelîl ku li Brîtanyayê dirunê ve bo zimanê Înglîzî hatiye wergerandin.
Li gorî organîzatorên pêşbirka cîhanî ya di warê nivîs û weşanê de, di pêşbirka îsal de bi hezaran pirtûk di pêşbirkeyê de beşdar bûn.
Jeffrey Keane, rêveberê cêbecêkar yê kampanyaya American Book Feast, got ku îsal bi hezaran navnîşan hatine şandin û tenê hejmareke hindik bo xelatê hatine berbijarkirin.
“Xelat bi armanca piştgirîkirina cîhana pirtûkan û her wiha hewldana kişandina bala xwendevanan û vegerandina wan bo cîhana pirtûkan e.”
Pêşbirka ku bi navê Xelatên Pirtûkan ên Navneteweyî (International Book Awards) tê gotin.
Di nav xelatgirên yekem û duyem ên îsal de, ji bilî pirtûka Serok Mesûd Barzanî, Papa Francis, Papayê Vatîkanê, ku pirtûkek taybet bi bîranînên xwe belav kir, li gel pirtûka jiyana stranbêj û pêşkêşvana navdar a Amerîkî Vanessa Williams û li gel pirtûka jiyanama lîstikvanê navdar ê Amerîkî Bob There are Odinkirks jî hebûn.
Pirtûka (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdî) ji 2 beşan pêk tê û di herdu beşan de bi hûrî behsa bûyerên di navbera salên 1975 heya 1990an dike û çendîn bûyerên giring û dîrokî wê çaxê qewimîne û bûne xal di dîroka gelê Kurdistanê de.
Serok Barzanî di beşê yekem ê pirtûka xwe de behsa destpêkirina Şoreşa Gulanê dike û herwiha amaje bi qonaxa beriya şoreşê jî dike, ku behsa bûyerên piştî şikestina Şoreşa Îlonê û amadekariyên destpêkirina xebatê dike. Herwiha behsa nexweşketina Barzaniyê Nemir û çûna wî bo Amerîka dike.
Serok Barzanî di beşê duyem de jî behsa destpêkirina Şoreşa Gulanê dike.




