Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Austuryayê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Tîrmehê bi serdaneke fermî diçe Vienna, Paytexta Austuryayê.
Nêçîrvan Barzanî dê roja sêşemê bi Serok û Wezîrê Derve yên Austuryayê re bicive û li ser derfet û warên pêşxistina peywendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş gotûbêjan bikin.




