Mesrûr Barzanî: Ji bo xizmetkirina xelkê Silêmaniyê tişta ji destê me were emê bikin

Silêmanî-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berdewamiya serdana xwe ya ji bo Silêmanî û Helebceyê de, li avahiyê Parêzgeha Silêmaniyê bi berpirsên îdarî yên wê parêzgehê re civiya û di gotarekê de amaje da, “Ji bo xizmetkirina xelkê Silêmaniyê tişta ji destê me were, emê bikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşema 30.06.2024 di civîna xwe ya li gel berpirsên îdarî yên parêzgeha Silêmaniyê de ragehand, “Serdana me di çarçoveya karnameya hikûmetê de ye, ku bi dirêjahiya jiyê Kabîneya Nehê me bizav kiriye ji nêz ve bi wezaret, parêzgeh û îdareyên serbixwe re serdana bajar û bajarkan bikin û pirojeyan bibînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ji bo berpirsên îdarî yên parêzgeha Silêmaniyê tekez kir, “Divê em herdem bizavê bikin ku hikûmet pareke xelkî be, û em di bereyekî de ne lê erkên me cuda ne.”
Navbirî ron jî kir, “Emanetek li ser milên me ye, divê em erkê xwe li ser xizmetkirina xelkî bi cih bînin û divê xelk jî berpirsyarîtiya welatîbûna xwe bi cih bîne, ku piştevaniya hikûmetê di biserxistina karên wê de bike, ji bo ku li ser karên xwe berdewam be û herwesa karên baş li ber çavan bigire û eger rexne û têbînî jî hebin wekî çavdêrek ji bo çarekirinê bigehîne hikûmetê.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Min bi destpêkirina Kabîneya Nehê re tekez li ser wê yekê kir ku divê ji min heta wezîran û hemî wan kesên berpirsyarîtî heye, divê em xwe wekî xizmetkarên xelkî bizanin.” Herwesa got jî, “Ew kesê erkekî werdigire, tenê berpirsyarîtî û zêdetir kar ji bo xizmetkirina xelkî dê hebin.”




