26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Konsulê Brîtanya zêdetir pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan zêdetir pêşxistina peywendiyên bihêz gotûbêj kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 26.06.2024 pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andro Beazley kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destpêkirina kar li Andro Beazley pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî de jê re kir û herwesa hemî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên bihêz ên navbera di Brîtanya û Herêma Kurdistanê de ji wî re diyar kir.

Konsulê Giştî yê Nû yê Brîtanyayê daxwaza welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyên tevalî bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Di tewerekî din ê wê civînê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser giringiya çarekirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li hev guhertin.

Nûçeyên têkildar