Nêçîrvan Barzanî:Qunaxeka nû di navbera herêm û Ewropa di biyavê wizê da dê destpêke
Nêçîrvan Barzanî di kombûna civata wezîran da behsê seredana xwe ya vê dûmahyê bo Elmaniya kir û got "me pişkdariy di kunfransê wize bo Ewropa da kir û em li gel serokê komîta dabînkirina wizê bo uropa kombîn û wî ragehand ku êdî dê qunaxeka dî di navbera hikûmeta herêm û uropa di biyavê wizê da despêke ".
Serokwezîrê Kurdistanê anî ziman ku, di vê hevdîtina han de em weke Hikûmeta Kurdistanê amadebûna xwe bo dabîn kirina enerjiya pêwîst bo Ewrûpayê diyar kiriye.
Nêçîrvan Barzanî diyarkir ku kombûna wî li gel Encêla Mêrikil giringiya xwe hebû û got: "Rawêjkara Elmaniya diyarkir ku ew dê kompanyên Elmaniya han den di biyavê wizê da li herêmê kar bikin".
Sebaret seredana xwe bo Turkiya, Nêçîrvan Barzanî got: " Me li gel Erdogan pirosa aştyê û bizavên çarekirina pirsa kurdî li Turkiya şirove kir û me helwîstê herêmê dûpat kir ku piştevanê wê pirosê ye."
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê behsa serdana xwe ya ji bo Tirkiyeyê jî kir û ragihand ku, di vê serdana han de li gel Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan de qonaxa aştî û hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina kêşeya Kurd nirxandin û me careke din tekez li ser helwesta Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo piştgîrî kirin ji prosesa aştî û çareser kirina aştiyane a doza Kurd kir.
Di derbarê hevkarî û peymanên heyî yên di derbarê enerjî de yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de jî tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, her cure peymanek di vê warî de pêwîste di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de be.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa serdana xwe ya bo navenda BDP û KCDê jî kir û ragihand ku, Berpirsên KCD û BDPê li hember hewldanên Hikûmeta Kurdistanê û piştgîrî kirina Hikûmeta Kurdistanê ji qonaxa aştî û çareseriya aştiyane a doza Kurd gelek kêfxweşin û daxwaz ji Hikûmet û Serokatiya Kurdistanê kirin ku, bi berdewamî bo serxistina prosesa han hevkariya her du aliyan bikin.




