Balyozê Holanda: Em dixwazin peywendiyên me ligel Kurdistanê zêdetir bihêz bibin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Holandayê li Iraqê Hans Sandy kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî serdan kiribû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hewl û karên Balyozî ji bo zêdetir pêşdebirina peywendiyên dualî kir.
Herwiha spasî pêzanînên xwe ji bo berdewamiya piştevaniya Holanda di şerê dijî terorîstên DAIŞê û piştevaniya ji bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê pirrengiya aborî de, bi taybetî di sektora çandiniyê de nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha hêviya serkeftinê di erkê wî yê pêşerojê de, ji Balyozê Holandayê re xwest.
Balyozê Holandayê amaje bi peywendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Holanda de kir ku rêjeya danûstandinên bazirganiyê di navbera herdu welatan de, du qatan zêde bûye û tekez kir ku welatê wî dixwaze peywendiyên xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re zêdetir bipêş bixe.
Pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û giringiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke guncayî ya îsal de, mijarên din ên hevdîtinê bûn.




