Berdevkê PDKê: Hilbijartinên navxwe yên PDKê sibe birêve diçin

Hewlêr-KDP.info- Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ku dê sibe li tevahiya ofîsên rêxistinê û şaxên PDKê hilbijartinên navxwe bên kirin.
Mehmûd Mihemed di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Tiştê ku niha tê kirin, hilbijartina organên navxwe yên PDKê ne. Ew jî li gorî biryara kongreya 14 ya PDKê. Sibe li 17 şaxên PDKê dê hilbijartin were kirin.”
Berdevkê PDKê wiha got: “Hilbijartin dê sibe saet 9ê sibehê dest pê bike û dê çend rojan li gorî mezinahiya organan bidome. Bi sedan ji kadroyên me yên pêşketî di komîteyên birêvebirina kar de ne, herwiha piraniya hevalên Polîtburoya PDKê, komîta me ya navendî, endamên me yên yedek, kadroyên me yên kevin û yên ku berê berpirsê şaxan bûn, di komîteyên birêvebirina şaxan de beşdar in.”
Mehmûd Mihemed wiha got: “Li gorî sîstemê di rêziknameya navxwe ya partiyê de, ji binî dest bi hilbijartinan dike, ango ji bingehan û dema bingeh temam bûn, rêxistin tê hilbijartin, piştre sînorên herêman tên hilbijartin.”
Berdevkê PDKê herwiha got: “Demeke dirêj e me plana lidarxistina hilbijartinên navxwe hebû, lê ji ber bûyerên ku dihatin pêşiya me ev hilbijartin dihatin paşxistin. Lê me dî ku gerek niha ev hilbijartin birêve biçin. Herwiha proseya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê li pêşiya me ye.”
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me komîteyeke din jî heye, komîteya şopandina hilbijartinên navxwe ye, ji bo şopandina pêvajoyê û ti pirsgirêk dernekeve û her hevalekî ku giliyên wî hebin dê ji aliyê komîteya çavdêriyê ve were çareserkirin.”
Mehmûd Mihemed wiha got: Kadroyên jin dê ji binkeyê heta şaxê beşdar bibin, yanî jin bi kotayê beşdar nabin, belku divê bi rêjeya beşdariyê biser bikevin, ji ber ku rêzik diyar dike ku beşdariya jinan hatiye biryar.”




