Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata xwedêjêrazî Sefîr Ehmed Xale re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro Duşema 24.06.2024 li Hewlêrê tevlî behiya kesatiyê welatperwer ê navdar xwedêjêrazî Sefîr Ehmed Xale bû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşî li binemal û kesûkarên xwedêjêrazî kir û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir û hêvî xwast ku Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike.
Binemala xwedêjêrazî Sefîr Ehmed Xale spasî û rêzên xwe ji bo tevlîbûn û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.




