Serok Barzanî û Konsula Brîtanya behsa peywendiyên dostane û dîrokî kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsula Giştî ya nû ya Brîtanya li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de behsa peywendiyên dostane û dîrokî yên Kurdistan û Brîtanya kirin.
Îro Yekşema 23.06.2024, li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Andrew Daisley Konsula Giştî ya nû ya Brîtanya li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de ku Rosy Cave Cîgira Balyoza Brîtanya li Iraqê amade bû, Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mêhvan hêviya serkeftinê ji bo konsula nû ya Brîtanya li Hewlêrê ya li erkê wê ya nû de xwest. Her wiha balkişand li ser peywendiya dostane û dîrokî ya di navbera gelê Kurdistan û Brîtanya de û hêvî xwest peywendiyên wan berdewam bin û zêdetir ber bi pêşve bibin.
Ji aliya xwe ve Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê spasî helwesta Serok Barzanî kir û behsa peywendiyên di navbera gel û Hikumeta Herêma Kurdistanê û Brîtanya kir û amadehiya xwe ji bo berdewamîdan û baştirkirina wan peywendiyan nîşan da.
Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û metirsiyên serhildana terorê mijareke dinî vê hevdîtinê bûn.




