26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî Cejna Qurbanê li xelkê Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û ragihand, “Hêvîdar im ku ev cejn xêr û kameranî be û ji bo hemû aliyan aştî û aramî bi xwe ra bîne.”

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Ez Cejna Qurbanê li welatiyên ezîz yên Kurdistanê û hemû misilmanên li Iraq û cîhanê bi germî pîroz dikim. Hêvîdar im ku ev cejn xêr û kameranî be û ji bo hemû aliyan aştî û aramî bi xwe ra bîne. Ji hemûyan ra bêhnvedaneke xweş dixwazim.

Bi vê helkeftê bila em têgeh û wateyên cejnê di gerdenazadî, lêborîn û lihevhatinê di jiyan û têkiliyên xwe yên rojane da nû bikin û di rêzgirtin, hezkirin, xêrxwazî û ruhê hevkariya bi hev re da rûpelek nû vekin.

Xwedayê mezin welat û gelê me biparêze. Cejna we hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.

 

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.06.2024”

 

Nûçeyên têkildar