26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im cejn bibe sedema xweşî, xweşguzeranî, şadî û baştirbûna rewşa darayî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û pîrozbahî pêşkêşî tevahiya misilmanên herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê  kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

“Bi minasebeta hatina cejna pîroz ya Qurbanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya misilmanên herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê bi taybetî pîrozbayiya pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe, kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîdan û enfalkiriyan dikim û hêvî dikim rojên cejn di nava rewşeke aram û selamet de derbas bikin.

Hêvî dikim cejn bibe sedema xweşî, xweşguzeranî, şadî û baştirbûna rewşa darayî ya xelkê, zalbûna aramî û aştiyê li cîhanê û geşe kirina zêdetir ya aramî û çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê.

Cejna we pîroz be û hertim di nava asûdeyî de bijîn.

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî”

 

Nûçeyên têkildar