Mesrûr Barzanî: Em bi Serokwezîrê Iraqê re geheştine qonaxa dawî ya çareseriyê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistnaê navendeke taybet a ji bo karûbarên postayê û gehandinê li Hewlêrê vekir û ragehand: ‘’Sektora posta û gehandinê dê hêsankariyê ji bo hemwelatiyan bike û bargiraniyê kêm bike.’’
Îro Yekşema 09.06.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî navenda Eagle Post a taybet ji bo karûbarên posta û gehandinê li Hewlêrê vekir û got: ‘’Îro yek ji projeyên hevbeş ê herdu sektora giştî û taybet em vedikin. Ev beşeke ji karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di warê pêşxistina xizmetguzariyên gehandinê û bi taybet jî xizmetguzariya postayê ku em dixwazin ev sektor di asta pêşkeftinên bilez ên hemdemî de be.’’
Herwaha got: ‘’Ev kompanya û navende, dê bibe sedemê zêdetir bi hev girêdana bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê, herwaha bi navçeyên din ên Iraq û cîhanê re. Ev beşeke li plan û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo hemdemî kirina xizmetguzariyên giştî û dijitalkirin û kêmkirina burokrasiyê.’’
Mesrûr Barzanî got: ‘’Di vê demê de post û gehandin saziyeke gelek giring û çalak û xizmeteke gelek digehîne hemwelatiyan û hêsankariyeke zêde ji bo birêvebirana jiyan û karûbarên rojane yên hemwelatiyan çêdike. Dem û wexteke zêde ji bo mirov paşde vedigerîne û ji bo wê jî karûbaran bi awayeke bilez birêve dibe. Heman demê de dabînkirina vê xizmetguzariyê bi awayeke pêşkeftî, dibe sedemê kêmkirina qerebalixî û bargiraniya li ser saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet jî.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, dikare ev navende bibe sedem ji bo pêşdebirin û pêşxistina danûstana bazirganî jî, bi taybet jî bazirganiya elektronîk di navbera Herêma Kurdistanê û derve de û diyar kir: ‘’Pêwîste karên vê kompanyayê bi şêwaz û sîstemeke pêşkeftî û di çarçoveya pîvan û standartên cîhanî de bên kirin û hêsankariya pêwîst ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike û bibe werçerxanek di warê posta û gehandinê de.’’
Mesrûr Barzanî got: ‘’Ev mijar me dikşîne wareke din ku ew jî sîstema navnîşan û adresê ku pêwîste li Herêma Kurdistanê bi awayekî guncaw û hemdemî bê rêkxistin û aliyên pêwendîdar divê di demeke kurt de li ser vê mijarê kar bikin.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Berî ku ez gotara xwe bi dawî bikim ez dixwazim careke din spasî û pêzanînên xwe pêşkeşî hemwelatî û bi taybet mûçexwarên Herêma Kurdistanê bikim ku piştevan û bi sebir bûn û berxwedêr bûn li hember wan planên hin kes û aliyên ji bo hizra xwe ya taybet xwestin Herêma Kurdistanê bi vê yekê ve lewaz bikin, ku daxwaza wê yekê bê kirin ku mûçe û budceya Herêma Kurdistanê li ser parêzgehan de bê dabeş kirin. Berxwedêriya we wisa kir ku ew plan sernekevin û em jî berdewam li gel Serokwezîrê Iraq a Federal di peywendiyê de bûn û em geheştin qonaxa dawiyê. Hêvîdarim ku me karîbe xizmeta we xoşdiviyan de kareke wisa kiribe ku mijara budce û mûçe bi awayekeî bingehîn bê çareser kirin, ku wekî berê jî min behs kiribû. Hêvîdarim di demekî kurt de berî cejnê temamê mûçeyên meha çar ên hêzên ewlehiyê û mûçeyê meha pênc jî bo hemû hemwelatiyan bê dabîn kirin. Hêvîdarim êdî mijara mûçeyê nebe nûçeyên çapemeniyê jî û em bikarin peywendiyên xwe li gel hikûmeta federal bixin asteke dirust û ber bi peywendiyên baştir jî pêngav bavêjin.’’




