Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa behsa derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên di hemû waran de kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên di hemû waran de kirin.
Îro Yekşema 09.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel Patrick Dorrel Balyozê Fransa yê li Iraqê civiya.
Di civînê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kiri û behsa derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên di hemû waran de kirin.
Herdu aliyan li ser rewşa Herêma Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin û li ser wê yekê ku, îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke guncaw de û bi beşdariya hemû partî û pêkhateyên Kurdistanê bêne lidarxistin hevfikir bûn.
Di mijareke dinê hevdîtinê de behsa girîngiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û pêşveçûna peywendiyên her du aliyan bi erênî nirxandin. Di vê derbarê de Balyozê Fransayê hewlên Serokê Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û piştevaniya welatê xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da.
Di vê hevdîtinê de ku, Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, parastina aramiya siyasî li Iraqê, rewşa navçeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin behs kirin.




