26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li şanda parêzgeha Wasit kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya parêzgerê Wasit û şandekî Hevpeymaniya Wasit Ecmel kir.

Îro Şemiya 08.06.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Cemîl Elmiyahî Parêzgerê Wasit û şandekî Hevpeymaniya Wasit Ecmel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û astengî û kêşeyên li ber aramî û geşepêdana parêzgehên Iraqê guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û karê hevbeşê di navbera Herêma Kurdistan û parêzgeha Wasit û parêzgehên dinê Iraqê ya bi navê xizmetguzariya ji bo welatiyan û avadanî û desteberbûna aramî û geşbûna li warên cûr bi cûr de kirin.

 

Nûçeyên têkildar