25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û şanda Îranê berfirehkirina tevgera bazirganî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê dike û pê re danûstandinan li ser berfirehkirina livîna bazirganî, çend pêşniyaran ji bo zêdekirina seferên rasterast ên amsanî û zêdetir berfirehkirina alîkariyan di warên pizişkî û geştyarî de û vekirina devera bazirganiya azad di navbera her du aliyan de kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşema 06.06.2024 pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê kir ku ji parêzgerên parêzgehên hevsinorên Herêma Kurdistanê û hejmareke nûnerên wê deverê li Perlemana Îranê pêk hatibû.

Di wê civînê de, herdu aliyan dilxweşiya ji bo astê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê diyar kir û tekez li ser befirehkirina livîna bazirganî û hatinûçûn û veguhastinên li deriyên sinorî kir, herwesa danûstandin li ser çend pêşniyaran ji bo zêdekirina seferên asmanî yên rasterast, zêdetir berfirehkirina alîkariyan di warên pizişkî û geştyarî de û vekirina devera bazirganiya azad di navbera herdu aliyan de kirin.

Di eynî demê de herdu alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku hevpariyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gelek in û daxwazên dualî ji bo pûtedana bi hemî warên pêwendî û alîkariyên hevpar tekez kirin.

Şanda mêvan spasî û rêzên xwe ji bo hêsankariyên derbazbûna serdankerên Komara Îslamî ya Îranê ji bo cihên wan ên pîroz li başûrê Îraqê di nav Herêma Kurdistanê re diyar kirin.

Her di wê civînê de, aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê û Konsulê Îranê li Silêmaniyê jî berhev bûbûn.

Nûçeyên têkildar