26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û şanda Îranê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê dike û bi hev re li ser hin mijaran danûstandinan dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 06.06.2024 pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Motemidyan kir.

Di wê civînê de ku Parêzgerê Kurdistanê Ismaîl Zarihî Kuşa, Parêzgerê Kirmanşanê Mihemed Teyîb Sehrayî û hejmareke din a berpirsên Îranê jî tê de berhev bûbûn, danûstandin li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û alîkarî û hevahengiyê di warên lihevguhertina bazirganî û hêsankariyên ji bo geştyaran di navbera herdu aliyan de hatin kirin, xasma alîkariyên pêşwaziya serdankerên Îranî ji bo cihên wan ên pîroz li başûrê Îraqê.

Herdu alî li ser pêdivîtiya mukomkirin û pêşxistina peywendiyan li ser bingeha berjewendiyên hevpar hevnerîn bûn.

Nûçeyên têkildar