Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya pêşhatên deverê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike û bi hev re danûstandinan li ser pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşema 06.06.2024 pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.
Di wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên Brîtanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Îraqê bi giştî, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdisatnê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çarekirina arêşeyên di navbera wan de hatin kirin.
Herdu aliyan tekez li ser berdewamiya danûstandinan ji bo çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî û parastina mafên hemiyan kir. Nêçîrvan Barzanî di vî warî de tekez kir ku kilîla seqamgiriya Îraqê hevfêmkirina hevpar a Hewlêr û Bexdayê ye ji bo çarekirina bingehîn a arêşeyan û bicihanîna destûrî.
Herwesa herdu alî li ser giringiya kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi tevlîbûna hemî aliyan û pêkhatan di demeke guncayî ya îsal de hevnerîn bûn. Balyozê Brîtanyayê jî pesna bizavên Serokê Herêma Kurdistanê pêxemetî kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir.
Di tewerekî din ê wê civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê jî tê de hazir bûbû, herdu aliyan li ser dawî pêşhatên deverê û çend pirsên ku ji bo her du aliyan giring in dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.




