25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya pêşhat û guhertin û rewşa emnî û siyasî ya navçeyê gotûbêjkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pêşhat û guhertin û rewşa emnî û siyasî ya navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Îro Çarşema 6ê hezîrana 2024, li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraqê û pêşhat û guhertinên dawî kirin û balkişandin li ser wan pêşveçûn û li hev têgihiştinên erêniyên ku li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqa Federal de ya ji bo çareserkirina bingehîna kêşeyên helawestiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê pêk hatine.

Her di vê hevdîtinê de behsa rewşa navçeyên kêşe li serên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û wan asteng û kêşeyên emnî û siyasiyan kirin ku li wan navçeyan da ji bo nîştecihên resenê navçeyê dirust dibin û her du alî hevrabûn ku pêwîste çareseriyeke guncayî ji bo çareserkirina wan kêşeyan bê dîtin.

Pêşhat û guhertin û rewşa emnî û siyasiya navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar