Mesrûr Barzanî: Ez gelekî kêfxweş im ku careke din li Duhokê me û ji bo danîna kevirê bingehîn ê çend projeyan

Duhok-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Hezîranê li Duhokê kevirê bingehîn ê her parkan Aloke û Serhildan (Berûşkê) danî û gotarek di merasîmê de pêşkêş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Ez gelekî kêfxweş im ku careke din li Duhokê me û ji bo danîna kevirê bingehîn ê çend projeyan, ji wan jî herdu parkên Aloka û Berûşkê. Çend roj berê jî ji bo danîna kevirê bingehîn ê du parkên girîng em li herêma Soran bûn. Ev yek jî pabendbûna me ya ji bo cieantirkirn û saxlemtirkirina bajarên me nîşan dide.”
Herwiha got: “Ev her du parkên bajarê Duhokê, gelek xizmetguzariyên girîng di nav de hene û xizmetguzariyên baş pêşkêşî rûniştvanên bajêr dikin, ji ber ku rûbera her du parkan gelek mezin e û hêvîdar im ev park bibin cihekî baş ji bo derbaskirina demên xweş. Temamkirina van her du parkan dê dîmeneke dilrevîn bide Duhoka rengîn û dê bandorê li keşûhewaya nava bajarê Duhokê jî bike.
Serokwezîr Barzanî got: “Mixabin di warê keskayîyê de, hîn jî Herêma Kurdistanê ne di asta pêwîst û standardên navdewletî de ye. Her çend e parêzgeha Duhokê di vî warî de ji herêmên din baştir e, lê pêwîst e em zêdetir giringiyê bidin zêdekirina rûbera kesk li Herêma Kurdistanê.”
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî diyar kir: “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê rênmayên pêwîst ji bo zêdekirina rûbera keskayîyî û çandina daran di dema cîbicîkirina projeyan de bi taybetî li cihên niştecihbûnê, derxistine. Du rojên din, Roja Cîhanî ya Jîngehê ye, ez vê boneyê wek derfetekê dibînim ji bo pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê parastina jîngehê de, ku ne tenê erkê hikûmetê ye, belkû divê erkê me hemûyan û welatiyên be.
Xwedêyê mezin xweza û jîngeheke xweş daye me, divê em wê biparêzin û pêwîst e em ji bo berjewendiya nifşên paşerojê paqij bihêlin. Me di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo rûbirûbûna diyardeya germbûna gerdûnê û guherîna keşûhewayê gelek gav avêtine.
Li gorî lêkolînên zanyarên di vî warî de, herêma me ji wan deveran ku dê herî zêde bandorê li guherîna keşûhewayê lê bike ye, lewra me çend gav û tedbîrên pêwîst ji bo rûbirûbûna germbûna gerdûnê û guherîna keşûhewayê cîbicî kirine. Weke mînak, hewlên kontrolkirin û bikaranîna gazên ku ji bîrên petrolê derdikevin, avakirina çend hewz û bendavan û xebata ji bo vejandina daristanên Herêma Kurdistanê. Lê pêwîst e em gavên din bavêjin û ya herî girîng jî di nav gelê xwe de çanda jîngehparêziyê xurtir bikin, rola ragihandin, perwerde, saziyên sivîl û bi taybetî jî rola malbatê girîng e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de amaje bi bi serdana xwe ya hefteya borî bo Bexdayê kir û got: “Em li gel Serokwezîrê Hikûmeta Federal û berpirsên din ên hikûmetê, serkirde û berpirsên hêz û aliyên din ên siyasî yên Iraqê civiyan. Me gelek zelal û aşkere danûstandin li ser çareseriyeke rîşeyî ji bo kêşeyên hilawîstî yên di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de gotûbêj kir.”
Herwaha got: “Li Bexdayê min ji piraniya aliyên siyasî û berpirsên hikûmeta Iraqê re got, cihê mixabiniyê ye ku em hîn li ser mijara mûçe û krîza di navbera her du hikûmetan de danûstandinan dikin. Divê ev maf xwezayî bin û ne nûçeyên medyayê bin. Berevajî vê yekê, divê em bi hev re kar bikin ji bo pêşxistina Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî baştir ji bo hevrikiyê ligel welatên Kendavê û welatên din ên cîhanê bikin. Herwiha em çawa dikarin welatê xwe di her warî de bipêş bixin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: “Welatê me welatekî dewlemend e ku gelek çavkaniyên xwezayî û madî hene. Hêvîdar im êdî dema xwe bi derxistina pirsgirêk û nakokiyan winda nekin û em hemû ji bo xizmetkirina welatiyên xwe û pêşxistina geşbûna welatê xwe têbikoşin.”
Di dawiya de jî got: “Her serfiraz û serkeftî bin û Kurdistan avedan be. Hêvîdar im ev park ji bo we hemûyan pîroz bin û di xizmeta hemû welatiyan de bin. Gelek spas ji bo beşdarbûna we.”




