25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê civiyan û danûstandin li ser peywendiyên Amerîkayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Yekşema 02.06.2024 li Dihokê bi Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê David Burger re civiya.

Di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinan û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser giringiya kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û yekdengî û tevlîbûna hemî aliyên siyasî û pêkhatan di hilbijartinan de kir, herwesa li ser pêdivîtiya parastina tenahî û seqamgiriyê li Iraqê hevnerîn bûn.

Bicihanîna destûrî û sîstema federalî li Iraqê rewşa deverê bi awayekî giştî û çend pirsên din cihê giringiya

Bicihanîna destûrî û sîstema federalî li Îraqê rewşa deverê bi awayekî giştî û çend pirsên din ên ku ji bo her du aliyan giring bûn hin mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.

 

Nûçeyên têkildar