26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pêşeroja Kurdistanê geştir dibînim

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar ku ji bo Kurdistaneke bihêz pêwîstî bi nifşekî jêhatî û pspor heye û pêşeroja Kurdistanê geştir dibînim.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro beşdarî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê bû û gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de behsa rola zanîngehan û ciwanan kir û da zanîn ku divê zanîngeh bala xwe bidin ser afirandina nifşekî ramanwer, karsaz û nûjen.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Pîrozbahiyê li hemû derçûyên zanîngehên Herêma Kurdistanê û yên Îraqê dikim. Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim. Roja derçûna ji zanîngehê rojeke gelekî xweş e ji bo her xwendekarekî.Qonaxên dawî yên fêrbûnê nîne. Xilaskirina zanîngehê qonaxake girîng a avakirina kesayetiyê ye û destpêka rê ye û qonaxeke nû ye.Ez di wê baweriyê de me ev ciwanên me dikarin ciyawaziyekê pêk bînin.

Dema we dest bi karekî kir an jî we dest bi qonaxa xwendina bilind kir dê azmûna we ya zanînê berfirehtir û nêrîna we dewlemendtir dibe. Hêvî dikim hûn bikaribin zêdetir xizmeta welatê xwe bikin. Paşeroj û çarenivîsa welatekî girêdayî sîstemeke perwerdeyê ye.Ji bo Kurdistaneke bihêz pêwîstî bi nifşekî têr zanîn û pêşketî heye.

Divê dibistan û zanîngeh jî xwe hertim nû bikin û divê zanîngeh bala xwe bidin ser afirandina nifşekî bîrewer û karsaz û nûjen.

Divê zanîngehên me û sîstema me ya perwerdeyê nifşekî wisa ava bikin ku neteweyî bifikire, ji welatê xwe hez bike û kultura xwe biparêze û niştiman ji bo wan di ser hert tiştî re be. Ji bo çareserkirina pirsgirêkanm bi Hikûmeta Federal a Bexdayê û aliyên siyasî yên Îraqê re lihevkirinek heye.Em li Herêma Kurdistanê li hêviya serkeftina hewlên ji bo lihevkirin û çareserkirina pirsgirêkên bingehîn in, bi taybetî yên girêdayî jiyan û mafên mûçeyan ê xelkê.Em, spasiya Serokwezîrê Îraqê birêz Sûdanî, serkirde û aliyên Îraqî dikin ku di vî warî de hevkariyê dikin.

Ji bo hewl û têgihiştinên bi Bexdayê re ez spasiya cenabê Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim û em dê berdewam bin û piştgiriya wan bikin.Em careke din tekeziyê li çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re dikin û ji pêşketinên pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kêfxweş im.Hêvîdar im berdewamî û çareseriya dawî ya pirsgirêkan di xizmeta hemû Îraq û Herêma Kurdistanê de be. Em dikarin bi hev re welatekî bi îstîqrar û bihêz ava bikin ku cihê xwe yê rewa li herêmê û cîhanê hebe. Em dikarin dewlemendiya xwe ji bo pêşvebirin û pêşketinên çêtir bi kar bînin.

Pêwendiyên me yên bi welatên cîran û herêmê li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyan pêşdikeve û tiştên me yên hevpar ji tiştên me yên cuda zêdetir in. Herêma Kurdistanê dê hertim li herêmê faktora aştî û aramiyê be.”

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar