26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê dike û pê re tekezê li ser kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di demeke guncayî ya îsal de dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro Yekşema 02.06.2024 li bajarê Dihokê pêwaziya Karbirêbeverê Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê David Bergur kir.

Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Stro jî berhev bûbû, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û rewşa giştî ya Iraqê û giringiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrî hatin kirin.

Her du alî li ser piştevanîkirina bizavan ji bo çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî ku rêz li sîstema federalî ya Iraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina mafên Herêma Kurdistanê bê girtin hevnerîn bûn.

Di vî warî de serdana heftiya borî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û civînên wî yên bi Serokwezîrê Îraqê û serkirdeyên hêz û aliyên siyasî yên Îraqê re wekî pêngaveke erênî bi arasteya çarekirina arêşeyan bi awayekî bingehîn hatin helsengandin.

Herwesa tekezkirina li ser kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di demeke guncayî ya îsal de jî mijara tewerekî din ê wê civînê bû.

 

Nûçeyên têkildar