Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Birêz Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Silav û rêz
Bi helkefta 49 saliya damezrandina YNKê bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz, Polîtburo, Serkirdayetî, Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind yên YNKê û hemû endam, alîgir û cemawerê YNKê dikim û hêviya berdewamiya serkeftinê û pêşketinê ji we re dixwazim.
Bi vê minasebetê em damezrînerê YNKê, rehmetî Serok Mam Celal û hemû wan kesayetiyên ku di nav refên YNKê de ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyane bibîr tînin. Em dîroka xebat û têkoşîna YNKê bilind dinirxînin.
Bi vê minasebetê em tekeziyê li ser hebûn û rola girîng ya we û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de dikin. Em hêvîdar in ku ev salveger bibe handana lihevtêgihiştin, hevgirtin û yekrêziya aliyên siyasî ji bo parastina statuya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.
Her serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.06.2024”




