Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm li ser giringiya çarekirina pirsgirêkan hevnerîn bûn
Bexda-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm re civiya.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawî westgeha seredana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm re civiya.
Herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û giştî ya Îraqê û bizavên çarekirina arêşeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li hev guhertin.
Herdu alî li ser giringiya çarekirina pirsgirêkan bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrî û parastina mafên xelkê Herêma Kurdistanê û hemî pêkhatên Îraqê hevnerîn bûn.




