26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan kirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê civiyan û tekezî li ser pêdivîtiya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinan û rêzgirtina li sîstema federalî ya Îraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina mafên xelkê Kurdistanê kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 30.05.2024 li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re civiya.

Di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û pêngavên çarekirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatin kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser pêdivîtiya çarekirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinan û rêzgirtina li sîstema federalî ya Îraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina mafên xelkê Kurdistanê kir, xasma pişka budceyê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya budceya giştî de.

Herwiha tekezî li ser giringiya berdewambûna hevahengî û alîkariya navbera hêz û aliyên siyasî yên Îraqê pêxemetî nehêlana arêşe û astengan hat kirin, li dû lihevkirina aliyên siyasî yên îdarî yên dewletê û karnameya wezarî ya hikûmeta federalî.

Nûçeyên têkildar