Mesrûr Barzanî û Hadî Amirî li Bexdayê civiyan

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 30.05.2024 li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir û Serokê Hevpeymaniya (Binyatnan) Hadî Amirî re civiya.
Herdu alî li ser berdewambûna hevahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo çareserkirina kêşeyan, bi taybetî dabînkirina mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê û jiyan û debara welatiyan hevnerîn bûn.




