26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî: Kurdistan herêmeke destûrî ye û bihêziya Kurdistanê bihêziya Iraqê ye

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 30.05.2024 li Bexdayê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî re civiya.

Di hevdîtinê de rewşa ewlekariya Iraqê bi giştî û metirsiya terorê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hat kirin.

Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê got: “Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û bihêziya Herêmê bihêziya Iraqê ye jî û berûvajî jî, ji ber wê divê baştirîn pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hebe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya pêşwaziya germ û dostane ya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir û tekez li ser wê yekê kir ku di warê ewlehiyê de, hevahengiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de heye û em hêvîdar in ku ev hevahengiya baş di hemû warên din de jî derkeve holê.

 

Nûçeyên têkildar