25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewlêr û Bexdayê hêzeke hevbeş li derdora Mexmûrê bicîh kirin

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Hêzekî hevbeş ji Pêşmerge û Artêşa Iraqê li derdora Mexmûrê hatiye bicîhkirin û Berpirsekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî ragihand, ew hêz bi rêkeftin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye bicîhkirin.

Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li navçeya Mexmûrê Kirêkar Şakir ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re got: “Piştî lihevkirina herdu hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ji bo tijekirina valahiya ewlehiyê û kêmkirina metirsiya DAIŞê li sernavçeyê, duhî Sêşemê hêzeke hevbeş li derdora Mexmûrê hat bicîhkirin.”

Wî got: "Hêzên hevbeş li hejmarek gundên navçeya Qezac hatine bicihkirin û erkê wan dê parastina sînorê navçeya Mexmûrê ji her gefekê, bi taybetî metirsiya paşmahiyên çekdarên DAIŞê li ser navçeyê.”

Şakir wiha got: "Bicîhkirina hêzên hevbeş dê metirsiya terorîstan kêm bike û welatî dê piştrast bibin ji parastina malên xwe.”
Kirêkar Şakir tekez kir, ku biryara şandina hêzên hevbeş dê ne tenê bandoreke ewlehiyê hebe, belku dê bibe destpêkeke baş ji bo vegera kurdên ku berê ji ber metirsiya DAIŞê ji navçeyê derketine.

Nûçeyên têkildar