26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Australyayê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 29ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Australyayê li Iraqê Glenn Miles kir.

Di hevdîtinê de, herdu alî li ser giringiya pêşxistina pêwendiyên dualî, parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna metirsiya terorîstan li navçeyê, hevnêrîn bûn.

Pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingehê destûr, dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêmê û giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di demeke guncayî de û di proseyeke azad û dadperwerane de û bi beşdarî û parastina mafên pêkhateyan, beşeke din guftûgoyên civînê bû.

Nûçeyên têkildar