Mesrûr Barzanî û Balyozê Koreya tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Koreya Başûr li Iraqê Choi Sung-soo kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan kirin.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim tê de amade bû, tekezî li ser pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreyê de hat kirin.
Balyozê Koreya, nêrîna Serokwezîr di karkirina ji bo pêşxistin û geşepêdana Herêma Kurdistanê di hemû waran de bilind nirxand.
Balyozê Koreyê amaje bi pêwendiyên dostane yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de jî kir, ku berî 20 salan tîma leşkerî ya Koreya (Zeytûn) hat Herêma Kurdistanê û têkeliyên fermî di navbera her du welatan de dest pê kir û çendîn pirojeyên giring li Kurdistanê pêk anîn, bi taybetî bi rêya Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Koreyê/KOICA.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevanî, hevkarî û beşdariya Koreya Başûr di pirosesa geşepêdana Herêmê de nîşan da û tekez li ser girîngiya sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya wî welatî di warên curbicur de kir.




