25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hijmara penaberên Rojava li herêmê gehêşte 99 hezaran

Çavkanî: KDP.info

Di daxuyaniyekî alîkarê berpirsê rêveberiya peywendiyên derve yê Hikêmeta Herêma Kurdistanê Dêndar Zêbarî ragihand ku hejmara penaberên Sûrî bi giştî li Êraqê de, gihîştiye 106.826 kes ku ji wan jî, 99.138 penaberên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê di Herêma Kurdistanê de, ku li parêzgehên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê nîştecî bûne.


Her weha li Dihokê 70.663 penaber, li Hewlêrê 21.000 û li Silêmaniyê jî 7.079 penaber hene.


Zêbarî aşkire kir ku rojane bi qasî 900 penaberên Sûrî derbasî Herêma Kurdistanê dibin.

Nûçeyên têkildar