Perlemana Skutlanda komkuija li dijî kurdan gengeşe dike

Perlemana Skutlanda`yê komcivîneke teybet lidarxist bo, danasîna komkuija “cînosayd” a, ku li dijî gelê Kurd bi destê rêjîma Baas, a têk çûyî pêk hatiye gengeşe bike.
Komcivîn li ser daxwaza Partiya Nîştimanî a Skutlandî (SNP) li darket,yê ku di perlemantoya Skutlanda a ku ji 129 perlementerî pêktê ye, xwediyê 69 perlementerî ye, her wiha xebat tê kirin ku ev komkujî bi fermî ji aliyê perlemana Skutlandayê ve, bi Cînosaydê bête nas kirin.
Di vê derbarê de, çalakvanê Partiya Nîştimanî ya Skutlandî Şexewan Setar tekez kir, ku ew ê her tevger bikin e ta ku, her du tewanên Enfal -kirinê û bombebarana Kîmyawî a bi ser bajrê Helebçeya Şehîd, weku tewanên cînonsaydê di perlemantoya Skutlanda yê bêne naskirin.




