Serok Barzanî û Nûnera Sekreterê NY civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê Iraqê kir.
Îro Sêşema 28 Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê kir ku bi helkefta dawîhatina erkên xwe yên li Iraqê û ji bo xatir xwestin û malavayîkirinê serdana Serok Barzanî kiribû.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyê û pêşhatên dawî yên li ser asta Iraq û navxweya Herêma Kurdistanê axivîn.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî erk û keda xanim Jeanine Plasschaert kir û rûmet û pêzanînên xwe ji bo wê rola wê ya baş hebû ku di dema karkirina li Iraqê de bi mebesta alîkariya aramiya Iraqê û jihevnêzîkkirina aliyan û çareserkirina kêşeyan de dîtibû û her wiha hêviya serkeftinê li erk û karê wê yê nû de xwest.




