Nêçîrvan Barzanî û Mîrê Êzîdiyan rewşa Şingal û koçberên Êzîdî gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 28.05.2024 pêşwazî li Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û piştevaniya xwe bo temamî mafên Êzîdiyan nîşan da.
Herdu alî li ser rewşa Êzîdiyan û mafên wan li Herêma Kurdistan û Iraqê axivîn û tekezî li ser pêwîstiya baştir xizmetkirina welatiyênÊzîdî di hemû waran de kirin.
Herwiha rewşa Şingalê û koçberên Êzîdî û debara jiyana wan a li kampan hatin gotûbêjkirin.




