25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî li Soran: Pirojeyên me ji bo xizmetkirinê dê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav merasîmên danana berê binyatî ji bo çend pirojeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê gotarek pêşkêş kir û tê de ragehand, “Tevî rewşa giran a aborî û darayî, pirojeyên me dê ji bo xizmeta welatiyên me li tevaya deverên Herêma Kurdistanê berdewam bin”.

Îro Sêşema 28.05.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî geheşt îdareya serbixwe ya Soranê û xîm û kevirê bingehîn ê çar projeyên giring danî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê projeyê de gotarek pêşkeş kir û ragehand: “Îro em li îdareya serbixwe ya Soranê ne, ji bo danîna kevirê bingehîn ê çend projeyên girng. Duh jî em ji bo vekirina projeya Pira Derbenda Ranyayê li sînorê îdareya serbixwe ya Raperînê bûn.”

Serokê Hikûmetê ragehand, li gel hemû rewşa giran a aborî û darayî jî hewldanên me ji bo projeyên xizmeta hemwelatiyan li hemû navçeyên Kurdistanê berdewam dikin. Bername û plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e bi tenê giringî ji bajarên mezin re neyê dayîn, heman demê de li gel bajarên mezin bajar û bajarok jî bên pêşxistin û dahênanên me bên geşe kirin û pêşxistin.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, di warê geştyarî de zemîneke baş heye û em mijûlî darijandina qonaxên dawî yên plana hin projeyên geştyariyê de ne ku ev naçeye bi awayekî dê pêş bixe, ku wek navçeyên geştyariyê yên giring ên cîhanê be û bi hezaran derfetên kar jî dê li gel xwe derxe holê.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Sînorê îdareya serbixwe ya Soranê ku li deverên Soran, Barzan, Balekayetî û Biradost pêktê, xwedî pêkhateyekî rûniştvanên hemû cureyî ye, ku ev nîşaneya dewlemendiya vê navçeyê ye ku di şoreş û raperînên gelê Kurdistanê de qurbaniyên zêde dane û bi salan wek malbenda şoreşên Kurdistanê bûye.”

Mesrûr Barzanî di dawiyê de jî got, “ev du sal in ji aliyê îdarî û xizmetguzarî û geşepêdanê de hest bi guhertinên zêde yên li îdareya serbixwe yên li Soranê tên kirin. Ev jî bandora desthilatên îdarî daxistina jêr aşkera dike. Em hêvîdarin bi hevkariya îdare û hemwelatiyên vê deverê rewşa xizmetguzariyan û rêxistina wan nav bajaran dê bê baştir kirin. Ji hemûyê giringtir jî wek berdewam vê peyamê ezê dubare bikin ku em hemû bi hev re jînge û xwazaya xweşik a Kurdistanê biparêzin. Bi taybetî vê deverê, ji ber deverekî bêhna mirov fireh dike û xwedî xwezayekî xweşike. Ez piştrast im hemû hewldanekî jî emê bidin ji bo ku ev navçe bibe navçeyekî geştyariyê ku hemû cîhan berê xwe bidê.’’

 

Nûçeyên têkildar