Xetîb sipasiya Herêma Kuristanê kir ser pêşwazîkirina penaberên Sûriya

Şanda opozisyona Sûriyê bi serokatiya serokê hevpeymaniya niştimanî ya hêzên şoreş û opozisyonê Muaz Xetîb wek nûnerê fermî yê gelê Sûriyê beşdarî zîrveya welatên erebî li Dewhayê dike.
Muaz Xetîb wek nûnerê gelên Sûriyê di 24. zîrveya welatên erebî de amade bû. Xetîb di gotara xwe de bal kişand ser rewşa niha ya Sûriyê û wiha got: "Divê kuştina welatiyên Sûriyê ji aliyê rejîma Beşar Esed ve bê rawestandin."
Xetîb wiha dirêjî da axaftinên xwe: "`Rejîma Esed çareseriyê naxwaze, me gelek destpêşxerî pêşkêş kirin, lê rejîmê red kirin. Em dîsa dibêjin ku em bi her çareseriyeke siyasî re ne ji bo rawestandina şerê li Sûriyê."
Xetîb herwiha sipasiya wan welatan kir ku deriyê xwe li ber xelkê Sûriyê vekirine û di nav de jî sipasiya Herêma Kurdistanê kir ku bêtirî 100 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê hembêz kirine




